SÎNEMAYA BÊDENG – Nirgün Abisel

Sînematografi, di binyada xwe de xwe dispêre îllûzyonê. Illûzyona tev- geran ku mirov wan fotografên statîk yên li ser filmekî, bi lezeke diyar, li ser hev bi ser perdeyekê dixin û wisa pêktînin, bingeha sînemayê ye, Gava mirov “kêlî’yên tevgerekê mat dikin û li ser filmekî tomar dikin, her çend gelek kurt bin jî, qutbûn rûdidin. Ew valahiyên reş yên di navbera kareyên fîlmekî de jî, nîşaneyên van qutbûnan in. Anko beşên gelek kurt yên tevgerekê – an jî yên maweyên çalakiyekê- nayên to- markirin. Lê gava temaşekirina filmekî ne mimkun e mirov bi vê yekê bihesin, ji lewma ew bi tevekî hest bi rewta tevgerekê dikin. Îllûzyo- neke dî jî afirandina întîbaya rehenda sêyem e di wan dîmenan de ku li ser perdeyeke durehendî ne. Sînemager bi metodên cur bi cur wê îllûzyonê pêktînin ku diyar dike dinyaya li ser perdeyê, wan rehendan dihewîne ku dîmen nahewînin. Ew nakokî ku bi pêkanîna realîteya sî- nematografik ya bi riya îllûzyonê rûdide, dibe ku jî ew tişt be ku sihêra sînemayê pêktîne. Hunermend bi saya serê vê yekê dikarin şêwazên xwe yên vegotinê yên xweser pêkbînin û bi meylên ciyawaz sînemayê dewlemend bikin.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir