AFIRANDINA KAREKTEREKÊ – Kostantin Stanislavsky

Ev pirtûka di destê we de ye wekî Jiyana Min Ya Hunerî ya Stanislavski û Aktorek Xwe Amade Dike, wekî huner li ser lîstikvaniyê û li ser hunerê disekine ku di çavê wî de ev îfa- debûna herî girîng ya xwezaya mirov e. Ji ber ku di her key- sa didît de vedigeriya ser lêkolîna xwezaya mirov, bingeha taybetmendiya rêbaza ‘pergala’ Stanislavski ava dikir ku her diçû belav dibû. Ev bingeha hemû teoriyên Stanislavki ye; sedema ku di her versiyonê de guhertinên biçûk tê de dibin ew e ku derhêner her cara ku berê xwe dide mirovan û lêkolînekê li ser wan dike teqez tişteke nû ji wan hîn dibe. Bi rastî wî bi xwe jî, di vê cildê de di der heqê rêbaza xwe de wisa nivîsandiye: “Pergal, ne ew tişte ku her dema were aqilê we hûn wekî kinceke amadeye derbasî ser pişta xwe bikin û derkevin ser dikê an jî ne pirtûka xwarinê ye ku ji bo çêkirina xwarinekê dema hûn çend rûpelan di ber çav re derbas bikin û ev yek têra we bike. Naxêr; pergal,şêweyeke jiyanê ye.”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir