DENGÊ PAŞEROJÊ – Paul Thompson

“Dîroka devkî, cureyeke dîrokê ye ku ji alî mirovan ve hatiye avakirin. Jiyanê dixe nav dîrokê. Ew lehengên xwe ne tenê ji nav serokan ji nav mirovên ku piraniyê pêk tînin û heta wê çaxê kes hay ji wan nebûye, dineqîne. Di navbera çînên civakî û nifşan de pevgirêdanê çêdike û her wiha ferasetê jî ava dike. Ew dikare wateyên hevpar derxîne holê û pê re jî derbar dem û şûngehê de dîrokzanan û mirovên jirêzê bike xwedî hestekî aîdbûnê. Dîroka devkî, navgînek e ku pê da- razên serdest û mîtên dîrokê ên hatî qebûlkirin ji nû ve tên nirxandin û wateya civakî a dîrokê ji binî ve tê veguherandin. Ew bi gotinên xwe dîroka mirovan li wan vedigerîne. Gava borîroja wan car dî dide wan, ji bo avakirina siberojê jî rê li ber wan dixe. Halbûkî, cî û xalên herî dûr ên dîrokê ku mirov dikare bi rêya peytên devki wan ji nû ve bi dest xwe ve bîne, her roja ku diçe, bi her mirinê ve, bi awayekî dilreqî tune û winda dibe. Dîroka devkî, ne tenê ji bo zana û pisporan, dê di heman demê de ji bo xwendekarên zanîngehan, xwende- karên dibistanên navîn û lîseyan jî bibe bingeheke nû ku ew ê karibin li ser wê projeyên xwe ên orîjînal çêkin. Ew ê ne tenê dîroka xwe hîn bibin, di heman demê de dê binivîsin jî. Paul Thompson, borîroja dîroka devkî lêdikole û dinirxîne. Ev pirtûk ji bo kesên ku dixwazin dîrokeke hê biteraz û hê rasteqîn binivîsin, navgîneke wek zêrê zêran e.”

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir